MGKya Tirkiyê îro bi mijara Rojava dicive

MGKya Tirkiyê îro bi mijara Rojava dicive

PeyaKurd - MGKya Tirkî bi serokatiya serokomarê wî welatî, Recep Tayyip Erdogan dicive û biryar e di vê civînê de egera encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê û avakirina herêma ewle li Sûriyê û herwiha operasyonên li hundirê Tirkiyê gotûbêj bike.

Li gora medyayên Tirkiyê, civîna asayî ya meha Îlonê ya Encûmena Asayişa Turkiyê (MGK), îro bi serokatiya Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li koşka komarî ya Bêştepe li Enqerê birêve diçe. Di civînê de gotûbêj li ser wê yekê jî tên kirin ku eger hat û hewlên dîplomatîk ên di derbarê avakirina navçeya aram de bê encam man, dê plana serbazî ya Tirkiyê çi be û armancên wê planê dê bi çi awayî bêne cîbicîkirin.

Li gorî zanyariyan, Wezîrê Berevniya Tirkiyê Hulusî Akar û fermandeyên serbazî, li ser nexşeyê zanyariyên pêwîst di derbarê operasyona serbazî de didin Erdogan û beşdarbûyên din ên civînê. Herwiha pêşhatên dawî yên li Minbic, Til Rif'et û Idlib jî dikevin rojeva civînê.  

Mijareke din a civînê, operasyonên serbazî ya artêşa Turkiyê li Başûrê Kurdistan û hundirê Tirkiyê ye. Biryar e di civînê de pêşhatên dawî yên wan operasyonan jî bêne gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin