PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê piştî kongreya xwe ya 14 em kir, ji bo wezîfeyên di hukumeta Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê de hinek kesan erkdar kir. Di biryara PDK ê de hebû ku kesên ji bo endamtiya polîtburoya PDK ê hatine bijartin wê di hukumet û parlementoyê de kar nekin. Li gor vê biryara partiyê kesên ku wezîfeyên nûh dane wan wehaye:
Zana Mela Xalid- Cîgirê serokê parlementoya Kurdistanê
Ahmed Kanî – Wezîrê Ol û karên olî
Rebwar Babkeyi – Serokê grûba PDK ê ya parlementoya Kurdistanê
Abdulxaliq Babûrî – Cigirê wezîrê Pêşmerge
Arî Nanekelî û Çiya Herkî – Cîgirên serokê şaxa PDK ê ya Hewlêrê
Her weha di guherîn di rêvebiriyên şax û leqên partiyê de yên Sileymaniye, Germiyan, Nînova, Şêxan, Akre û Duhokê de hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin