PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li bejahiya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bi navê Abluka-1 (Dorpêç-1) operasyonek li dijî PKKê hatiye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di operasyona ku bi navê Dorpêç-1 û navê çawîşekî cenderme yê bi navê Kadir Aydin ê berê hatiye kuştin hatiye destpêkirin de, 650 leşker û polîs beşdariyê dikin.
Herwiha hat diyarkirin ku di operasyonê de, 42 tîmên operasyonel beşdariyê dikin, lê nehat eşkerekirin bê operasyona navborî kengî tê bidawîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin