PeyamaKurd- Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Abdulhamîd ragihand ku bi sedema cejna Qurbanê 25 hezar tûrîstên cîh û biyanî bo cejnê li Hewlêrê derbas bikin hatine. Heya cejn biqede wê jimare ji 200 hezarî derbas bibe. Tûrîstên Iraqê piranî ji orta Iraqê û ji başûrê Iraqê tên. Nebez Abdulhamîd weha got:
“Piraniya otêl û motêlan ji aliyê şîrketên tûrîzmê de hatine rezervekirin. Komîsyoneka qeymeqamiya me jî di vê mijarê de bi awayeka aktif dixebite. Otêl û motêlên ku bi neheqî reqabetê bikin, dê di derbarê wan de xalên qanûnî bên tetbîqkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin