PeyamaKurd - Namzetê Partiya Demokrat Joe Biden ragihand, wî Senatora California Kamala Harris bo cîgiriya serok kiriye namzet.
Kamala Harris ya 55 salî di dîroka Amerîka de jina reş ya pêşî ye ku bo cîgiriya serok dibe namzet.
Joe Biden namzetiya Kamala Harris ji Twitterê ragihand. Biden da zanîn ku ew bi biryara ser Kamala Harris serbilind e.
Biden destnîşan kir, ‘’Kamala, dema serdozger bû bi Beau re (Kurê Biden yê dozger yê 5 salên berê jîyana xwe ji dest daye) bi hevkarî dixebitîn. Min bi xwe dît ku li dijî bankayên mezin li ber xwe dan û ew kesên dixebitin pêşde birin, jin û zarok ji îstismarê parastin.’’
Wî bi berdewamî da zanîn, ew serbilind e ku Kamala Harris di kempeyna wî de şîrikê wî ye.
Joe Biden di dewra seroktiya Barak Obama diyar kiribû, ew ê bo namzetiya cîgiriya serok, navê jinekê ragihîne.
Namzetên Demokrat û Komarî, heta niha tu caran bo cîgiriya serok, kesên reş nekiribûn namzet ku bi Kamala Harris re di dîroka Amerîka de dê cara pêşî sîyasetvaneke reş û jin bibe namzet.
Kamala Harris di sala 2016’an de ji Partiya Demokrat bû senatora California. Harris di 2020’an de bo hilbijartinên seroktiyê yên Amerîka bû pêşnamzetê Partiya Demokrat. Wê di Berfanbara 2019’an de kampanya xwe bi dawî kir û di Adara 2020’an de got, ew ê piştgiriyê bide Biden.
Di hilbijartinên meha Mijdarê de, li hember Joe Biden û Kamala Harris yên Demokrat dê Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence yên Komarî hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin