Li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bendaveke mezin tê çêkirin

Li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bendaveke mezin tê çêkirin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çêkirina bendava Gomespî li rojhilatê Hewlêrê kir ku yek ji bendava herî mezin e li Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav da zanîn, bi saya bendava ku tê çêkirin dê heta asteke mezin pirsgirêka ava Hewlêrê were çareserkirin.

Xebatên projeya bendava Gomespî ku projeya wê ji aliyê kabîneya 7emîn a Herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin, lê ji ber sedemên darayî di sala 2015an de hatibû rawestandin, dîsa dest pê kir.

Rêveberê Projeyê Ako Zahir ji Rûdawê re gotiye, “Ev proje dê bibe mezintirîn projeya komkirina avê li Hewlêra paytext. Projeya bi şêwazê RCC dibe ku dê 70 metre bilind be. Herwiha li ser asta Iraqê jî dibe yekem projeya bi vî rengî.”

102 milyar dînar (69 milyon dolar) ji bo bendava ku li ser 6 milyon û 125 hezar metre çargoşe tê çêkirin, dê were xerckirin. Projeya ku dê kapasîteya depokirina avê 36 milyon û 425 hezar metrekup be, tê plankirin ku di sala 2024an de biqede. Bendav dê 400 metre ji asta deryayê bilind be.

Li Herêma Kurdistanê 20 bendav hene. Ji van bendavên herî mezin bendavên Dokan û Derbendîxan ên li Silêmaniyê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin