PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 15ê Hezîranê şandeke bilind a bazirganî û veberhênanê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku ji pênc kesayetî û veberhênerên diyar ên warê pêşxistina mal milkan pêk tê, gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand ku ew şand dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.
Mihemed Şukrî eşkere kir ku ev şand nûneratiya kompaniyeke mezin dike, ku li 18 welatên cîhanê bingehên wê hene û armanca serekî ya serdanê jî xurtkirina peywendiyên bazirganî yên her du aliyan e.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe dixwaze ku ev kompanî di paşerojê de veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.
Li gorî amarên dawî yên Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompaniyan, niha 169 kompaniyên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Ji vê hejmarê jî, bingehên 155 kompaniyan li bajarê Hewlêrê ne û di sektorên cuda cuda de xebatên xwe yên Bazirganiyê bi rê ve dibin.