PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama êrîşeke li bakurê rojavayê Sûriyê de, berpirsekî bilind ê El Qaîdeyê hat kuştin.
CENTCOMê îro 3yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan berpirsekî El Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirine û ew kes hatiye kuştin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de, bêyî ku navê wî berpirsê bilind ê El Qaîdeyê bê gotin, hatiye diyarkirin ku wê agahiyên zêdetir piştre werin belavkirin.
Li aliyê din Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê General Michael Kurilla jî li ser vê mijarê da xuyakirin: “Operasyon di çarçoveya bidawîanîna hebûna DAIŞê û çekdarên El Qaîdeyê hatiye encamdan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin