PeyamaKurd – Bi dengên AKP û MHPê îro 4ê Hezîranê, parlamentariya Parlamentara Colemêrgê Leyla Guven, Parlamentarê Diyarbekirê Musa Farisogullari û Parlamentarê Stenbolê yê CHPê Enîs Berberoglu hat rakirin.
Parlamentoya Tirkiyê bi dengên AKP-MHPê fezleyên li ser 2 parlamentarên HDPê û parlamentarekî CHPê yên rakirina parêzbendiyê û xistina parlamentariya wan hatibûn amadekirin, pesend kir û parêzbendiya wan parlamentaran hat rakirin.
CHP û HDP di civîna parlamentoyê de, bi protestoyên xwe li dijî wê biryarê derketin û ew biryar wekî derveyî yasayên Destûra Tirkiyê û wekî darbe (koteda) şîrove kirin.
Parlamentarê CHPê Engin Altay got, bi lez û bez anîna fezlekeyan bo parlamenê darbe ye û ev biryar li ser fermana deshilatên siyasî tê dayîn.
Wekîla Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş jî di axaftina xwe ya parlamenê ya derbarê mijarê de got: "Îro hûn li pey ketine ku bêhiqûqiyekê rewa bikin. Darbeya 4ê Mijdara 2016an berndewam dike. Ev deshilatî darbekar e. Hiqûqê û îradeya gel esas nagire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin