Generalê Iraqê: Divê bi Tirkiyê re muzakere bênkirin

Generalê Iraqê: Divê bi Tirkiyê re muzakere bênkirin

PeyamaKurd- Generalê Iraqê yê berdevkê Operasyonên Hevpar yên Iraqê Tehsîn Hafecî tevlî bernameya TV ya Rûdawê bû û got:

“Pêdivî bi muzakereyên bi Tirkiyê re heye bê ku Tirkiye mudaxele bi axa Iraqê re bike.”

Hafecî, ragihand ku demên dawiyê de wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê di asta bilind de hevdîtin kirine û encam dide ku koordînasyona navbera her dû aliyan bixebite. Hafecî balê kişand ser hemahengi, koordinasyon û îstîxbarata navbera her dû aliyan û weha got:

“Li Diyalayê operasyona bo qedandina çeteyên İŞİD ê bi serkeftin encam daye. Bo vê operasyonê di navbera hêzên me û Pêşmerge de koordînasyonekî baş çêbû. Tîmen antî-terorê yên Silêmaniyê jî tevlî operasyonê bûn. Me deverên ku asayiş li wan qels bûn ji İŞİDê paqij kir. Diyala bûbû hêlîna İŞİDê û bi operasyonan û tevgerên hewayî me nehişt ku İŞİD bo Diyalayê teqwiye bike û li Çiyayê Hemrînê, Qereçox û Korîçayê operasyonan kir.”

Hafecî got ku wê li deverên ku di navbera rêvebiriya Kurdistanê û Iraqê de li ser wan arîşe hene, wê artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hevre di wan de tevbigerin. General Hafecî weha dewam kir:

“Bê hevkariya Pêşmerge wê ti gav neyên avêtin. Di Fermandariya Operasyonên Hevpar de fermandarên Pêşmerge yên bi erk û bi hêz hene. Dema li ser pêşmerge tehdîd hebin an wekî din jî, bo operasyonên ser İŞİDê em fikra Pêşmerge distînin.”

Li ser operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Kurdistanê de general weha got:

“Helbet ew halê ku herêma Kurdistanê pê re rû bir û ma ji aliyê hukumeta navendî, wezareta karên derve û fermandariya artêşa Iraqê de hat şermezarkirin. Temamê bûyerên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê, divê bê ku mudaxele bi axa Iraqê bêkirin, encam bide. Bi vê aramancê me raste rast bi li Herêma Kurdistanê bi Parastvanên Yekîtiya Sînor re hevdîtin kir. Ne tenha bi wan re lê di asta jor de bi rêvebiriya herêma Kurdistanê re hevdîtin kir. Bo alîkariya herêma Kurdistanê û bo fêmkirina sedema bûyeran û desteka Kurdistanê. Ev nayê wateya ku tewrê me tine ye û em daîma rewşê dişopînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin