PeyamaKurd – Di şerê Qerebaxa Çiyayî de, 18 çekdarên din ê Sûriyê hatin kuştin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê yê li Qerebaxa Çiyayî de, 18 çekdarên Sûrî yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, hatin kuştin, di nav wan de jî serkirdeyekî koma El Hamzat heye.
Herwiha zanyarî desnîşan dikin, Rewangehê, ji destpêka tevlîbûna çekdarên opozîsyona Sûriyê di şerê li Qerebaxê de, biqasî 188 çekdaran hatin kuştin. Termên 123 çekdaran jî vegerandin Sûriyê.
Tirkiye ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kir. Li gor zanyariyên Rewangehê, heta niha Tirkiyê dora 1500 çekdarên Sûrî birine nêzîkî Qerebaxê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin