PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku hêzên rejîma Îranê zêditirî 20 20 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li qezayên Bane û Seqizê yên parêzgeha Sine destese rkirin.
Hengawê ragihandiye ku şeva derbasbûyî hêzên ewlekariyê yên Îranê avêtine ser gundên Çoman, Kewpêç, Nimeşîr û Bicnê yên li qezaya Baneyê ve û nêzîkî 20 kes desteser kirine.
Hat diyar kirin ku 10 kesên desteserkirî ji aliyê hêzên Îranê ve rastî lêdan û tehdeyiyê hatine û bi zorê ji malên wan hatine derxistin.
Herwiha Hengawê daye zanîn ku hêzên Îranê bi otomobîlên Heyva Sor ketine nav gund û piştre avêtine ser malên gundiyan.
Çavkaniyên li qezaya Seqizê jî ragihandine ku hêzên Îranê di operseyoneke berfireh de avêtine ser çend navnîşanan û çend kes desteser kirine, lê hejmara kesên desteserkirî yên li Seqizê û nasnameya wan nehatiye zanîn.
Hat zanîn ku hejmarek ji şêniyên wan gundên li Bane û Seqizê ji tirsa desteserkirinê ji malên xwe bo cihên nediyar reviyane.
Ji aliyê berpirsên Îranê ve ti daxuyaniyek derbarê wan desteserkirinan de nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin