Operasyona ser qaçaxçiyan:242 demançe hatin girtin

Operasyona ser qaçaxçiyan:242 demançe hatin girtin

PeyamaKurd- Li bajarê İzmîrê ya Tirkiyê, polîs operasyonê kir ser qaçaxçiyên sîlihan û 13 kesan xistin bin çav. Di nava sîlihên ku girtine, 242 demançeyên bi destan hatine çêkirin, muhîmmat û alavên bo çêkirina sîlihan hatin girtin. İzmir, navenda operasyonê ye û li 4 bajaran operasyon hatkirin.

Ji berê de agahî gihabû hêzên asayîşê beşa têkoşîna li dijî qaçaxçiyan û kesên binçavkirî dihatin şopandin. Kesên hatine binçavkirin îfadeyên wan yên li baregeha asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin