Koska Spî: Biden balyoza nû ya Ukraynayê destnîsan kir

Koska Spî: Biden balyoza nû ya Ukraynayê destnîsan kir

PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden namzeda bo Balyozxaneya Kîev a Ukraynayê destnîşan kir.

Li gorî daxuyaniyê ji bo Balyozxaneya Kîevê ku 2 sal in vala ye, dîplomata Amerîkî ya bi salan di Wezareta Derve de kar kiriye, Bridget A. Brink ji aliyê Joe Biden ve wek namzed hatiye destnîşankirin.

Ji bo ku Brink bibe balyoza Ukraynayê divê namzediya wê li Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê û Civata Giştî ya Senatoyê de were pesendkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di serdana xwe ya îro 25ê Nîsanê ya Kîevê de ragihandibû ku wê li demeke nêzîk balyozxaneya Amerîka ya Ukraynayê, ji nû ve ji Polonyayê bo Kîevê were vegerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin