Nîqasa ‘tunêlan' aloziya navbera Qahîre û Tel Avîvê zêde dike

Nîqasa ‘tunêlan' aloziya navbera Qahîre û Tel Avîvê zêde dike

PeyamaKurd - Îsraîlê angaşt ku li ser sînorê Filistîn û Misrê 50 tunel hene.

Angaşta Îsraîlê ya li ser hebûna “di navbera sînorê Filistîn û Misirê 50 tunel hene” di navbera Qahîre û Tel Avîvê de bû sedema zêdebûna rikberiyê.

Siyasetmedarên Misirê jî angaşta Îsraîlê red kirin û aloziya di navbera Îsraîl û Misirê de bi 'berfirehkirina operasyonên Îsraîlê yên li Refahê' ve girê dan. Aloziya navbera Misir û Îsraîlê, piştî ku Îsraîlê di 7ê Gulanê de li dijî Refaha li ser sînorê Misrê dest bi operasyona leşkerî kir, zêde bû.

Misirê beriya niha jî operasyona leşkerî  ya Îsraîlê ya li dijî Refahê û kontrolkirina Deriyê sînor ê Filistîn û Misirê bi tundî şermezar kiribû.

Wezareta Derve ya Misirê, ji zaliyê Îsraîlê ve kontrolkirina deriyê sînorî weke “ragezeke metirsîdar ku jiyana zêdetirî milyonek Filistînî dixe metirsiyê” nirxand.

Alîkarê Şêwirmendê Wezareta Dadê Îsraîlê Gilad Noam roja Înê, di bersivdana tawanbariya Îsraîlê ya li Dîwana Dadwerî ya Navneteweyî (ICJ) got ku “Tenê li Refahê nêzîkî 700 tunel hatine diyarkirin, ji wan tunêlan 50 jê ber bi Misrê ve diçin û ew guman dikin ku dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de ne li wan tunêlan têne veşartin.

Rojnama îsraîlî Maarivê jî rexne li Misirê girt û angaşt ku Misir 'tunelên Hamasê xera nekiriye û bi bêdengî alîgiriya Hemasê hilbijart.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin