PeyamaKurd – Piştî civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, Berpirsê Pêwendiyên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borell da xuyakirin ku wan pêwendiyên ligel Tirkiyeyê jî di civînê de gotûbêj kirine.
Borell ragihand ku ew dixwazin têkiliyên bi Tirkiyeyê re nerm bikin û got: “Divê em bikevin rêya başkirina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re. Divê em berjewendiyên hevpar bipêş bixin û mijarên nakokî li ser hene jî kêm bikin.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borell got ku ew di wê baweriyê de ye ku pêwîste ew banga nêzîkbûna zêdetir li Tirkiyeye û YEyê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin