Erdal: YPG ne besek ji PKK ye

Erdal: YPG ne besek ji PKK ye

Peyama Kurd / Fermandarê PKKê Bahoz Erdal, ji çapemenîya S. Erebistanê re axivî û behsa têkilîyên PKK û YPG kir.

Bahoz Erdal, ji çapemenîya S. Erebistanê re diyar kir ku rasterast rola wan di damezirandina YPG de tuneye û teqez kir ku YPG ne beşek ji PKKê ye.

Bahoz Erdal, diyar kir ku wan tenê di şerê Kobanê de alîkarîya YPG kiriye û got: “YPG ji encama rewşa Sûrîyê derket holê. Ciwanên Kurd wek herêmên din xwe birêxistin û ji xwe re Yekîneyên Paraztina Gel damezirandin. Lê me wek partî ew yekîne ava nekirin. Me jî piştgirîya çekan û tiştên din da wan. Gava êrîşên DAIŞ li ser herêmê û Kobanîyê pêk hatin, me piştgirî da YPG. Em vê yekê înkar nakin“.

Bahoz Erdal, anî zimên ku rola PKK li Rojava nayê înkarkirin û hinek ciwanên ku di nava PKK de bûn beşdarî nav refên YPG bûne da ku wan fêrî şervanîyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin