Peyama Kurd - Hate ragihandin ku Erebistana Sihûdî di 2023yan de 170 kesan darvekirîye. Ev dane jî dide xuyakirin ku li gorî 2022yan ku 147 kes hatiye darvekirin, hejmara darvekirinan li vî welatî pir zêdetir bûye.
Li gor daneyên fermî yên Erebistana Sihûdî ku hatine bidestxistin, Sihûdî roja yekşema borî cezayê darvekirinê daye 4 girtîyên Sihûdî yên ku bi tawna kuştinê hatine darizandin.
Di daneyên bidestketî de tê diyarkirin ku 2 ji wan kesan li bajarê Tebûkê, 1 li paytext Riyadê û 1 jî li bajarê Cazanê hatiye darvekirin.
Bi darvekirina wan çar kesan, hejmara kesên ku di 2023an de hatine darvekirin gihîştiye 170yî. Ji van kesan, 33 kes bi tometê tawanên terorê û du leşker jî bi tawana xiyanetê hatine darizandin û darvekirin.
Meha Mijdarê, bi darvekirina 38 kesan bûye meha ku herî zêde darvekirin pêk hatine.
Di 2022an de li Erebistana Sihûdî 148 kes hatibûn darvekirin. Ji van kesan 81 kes di rojekê de hatibûn darvekirin ku ev bûyer bûbû sedema nerazîbûnek mezin a navneteweyî.
Sala 2019an, bi darvekirina 187 kêsan bûbû sala ku darvekirin herî zêde pêk hatine.
Li gorî raporeke Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) sala borî li Îran û Erebistana Sihûdî darvekirin bi awayekî berçav zêde bûne. Rejîma Îranê û Erebistana Sihûdî tenê sala borî zêdetirî 500 kesan darvekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin