PeyamaKurd- Li Paytextê Başûrê Kurdistanê vê sibehê li dijî walîtiya Hewlêrê ji aliyê sê kesan ve êrîşeke çekdarî hatibû kirin. Hat ragihandin ku ji van kesan du êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, sê kesên çekdar vê sibehê êrîşî avahiya walîtiya Hewlêrê kirin. Hêzên ewlehiya Hewlêrê li dijî van kesan operasyonek pêk anîn û du êrîşkar ji wan kuştin. Yê dî jî hatiye birîndarkirin. Li gorî agahiyan êrîşkar li qata sêyemîn e. Ji bo ku ew jî were girtin, operasyon dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin