PeyamaKurd - Ermenistanê bi fermî konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê vekir. Arşak Manûkiyan (Arshak Manoukian) bû yekemîn Konuslê Ermenistanê li Hewlêrê.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî li ser twitterê ragihand ku wî duh Çarşemê pêşwazî li yekemîn Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê li Kurdistanê Arşak Manûkiyan kiriye û derbarê peywendiyên du alî û mijarên cihê giringiya herdu aliyan de gotûbêj kirine.
Dizeyî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriyên dewletan ji bo pêşxistina peywendiyên me û avakirina hevbeşiyekî bihêz dike.”
Pleased to receive the Armenian first Consul General in Kurdistan, Mr. Arshak Manoukian. We discussed bilateral relations and topics of mutual interest. The KRG welcomes initiatives from countries to enhance our ties and building a stronger cooperative partnership. @MFAofArmenia pic.twitter.com/nox7NONKQv
— Safeen Dizayee (@SafeenDizayee) October 7, 2020
Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladiyan 20ê Hezîrana 2019an tevî şandeke welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di civîna ligel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî de gotibû, welatê wî dê di sala 2020an de konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Heta niha zêdetirî 20 konsulxaneyên welatan li Hewlêrê hatine vekirin û tevî hejmarek nûnertiyên welatan 6 konsulxaneyên fexrî jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin