Esîrên Ereban ji bo Herêmên Kurdistanî raporek amade kirin!

Esîrên Ereban ji bo Herêmên Kurdistanî raporek amade kirin!

PeyamaKurd- Berdevkê Eşîrên Erebên Nînowayê Muzahîm El Huwet got ku me li ser binpêkirina mafên mirovan yên li Herêmên Kurdistanî ku li derveyî tixûbê Kurdistanmê mane, raporek amade kiriye.

El Huwet got ku me li ser binpêkirina mafên mirovan ku bi destên Heşdî Şebiyê hatine kirin, raporek amade kiriye û em ê wê teslîmî Yekîtiya Ereban bikin.

Muzahîm El Huwet got ku Yekîtiya Ereban li ser mijarê sekinî. Me zilm û zora Heşdî Şebî ya ku li Herêmên Kurdistanî ku li derveyî tixûbê Kurdistanmê mane, pêşkêşî wan kir û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ahmet Ebû Gayt jî gelekî eleqedar bû. Ahmet Ebû Gayt got ku ew ê di derbarê mijarê de lêpirsînekê bidin destpêkirin û ji bo vê yekê Komîsyona Lêpirsînê ava bikin.

Ahmet Ebû Gayt got di demeke nêzîk de komîsyon wê dest xebatên xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin