PeyamaKurd – Partiyên Kurdistanî yên li navça Xaneqînê daxwuyaniyekî dan û tê de gotin ji bo mafên xelkê biparêzin, dê temamê rêyên destûrî û sîvîl bikar bînin.
Partiyên Kurdistanî wê îro li Xaneqînê xwepêşandanekî bikirina lê ji ber kêmasiya tedbîrên asayîşê xwepêşandanê ji bo rojekî ne diyar paşde xistin. Partî di daxwuyaniya xwe de gotin:
“Tedbîrên asayîşê û parastina civakê ji ber kêm bûn, em bi wan tedbîran bawer nebûn.”
Rêvebirên xwepêşandanê ragihandin ku çalakiyê betal nekirine û tenê paş de xistine.
Rûdawê ragihand ku li Xaneqînê ji bo 20 kesan biryara girtinê dane û hinek ji wan kesan xistine bin çav. Partiyên Kurdistanî dixwazin ew kesên girtine serbest berdin. Hem biryara di derbarê çalakvan û ciwanên ku rêvebiriya Xaneqînê daye da wan bigrin betal bikin.
Xaneqîn, tevî navçeyekî Kurdistaniye jî, di bin îdara Bexdayê de girêdayê bajarê Diyala ye. Partiyên Kurdistanî di daxwuyaniya xwe de gotine:
“Ey xelkê bi şerf û têkoşer yê Xaneqîn, Celewla, Sadiye, Mendelî û Cebare!
Dezga kontrolê ya civakî ya Xanqenînê dizane em destekê didin daxwuyaniya paşdexistina çalakiyê.
Ev paşde xistin, heya heyeta nûneran ya Xaneqînê bigihê Bexdayê û daxwazên xwe yên rewa bigihîne rêzdar serokkomar û rayedarên di asta bilind de, dê dewam bike.
Biryar, ji bo parastina welatiyaye. Biryara paşde xistinê tenê ji bo parastina hûzûr, mal û canê welatiyan hat dayîn. Li gor agahiyên gihane me, tedbîrên asayîşê û parastina çalakiyê ne di asta ku me dixwest de bûn û me baweriyê bi wan tedbîran neanî.
Heyecan û coşa we ya ku ji bo parastina nasnama herêmê ya Kurdistanî, peyamekî zelal daye temamê terefan ku xala destûrê ya 140an tê îhlal kirin, mafên destûrî îhlal dikin û van îhlalan gelek talûke ne.
Em ji vê derê bang li her 4 serokatiyên Iraqê, nûnerên Kurd yên li Iraqê dikin ku di wextekî herî kurt de, bersivê bidin daxwazên rewa yên xelkê.
Em dixwazin ew kesên xistine bin çav, wan kesan yekser berdin û biryara di derbarê girtina xort û çalakvanan de betal bikin. Ji ber daxwazên wan û çalakiyan wan tenê mafên wan yên aştiyane û destûrî bûn.
Em ji bo berxwedan û hestiyariya xelkê Xanqeînê û deverên Kurdistanî yên Diyalayê sipasiya we dikin.
Em, ji bo parastina mafên we yên destûrî biparêzin, em ê temamê rêyên qanûnî û sîvîl bikarbînin. Parastina hûzûra bajarê me yê westandî û parastina ewlehiya canê we xelkê bi şeref, wezîfa me ya li herî ewiliye.
Lewra em ji we daxwaz dikin ku hun li pey biryara dezga civîn û kontrolê ya paşdexistina çalakiyê herin.”