PeyamaKurd – Rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Xarpêtê (Elazığ) erebeya ku ji bo xizmeta tenduristiya dev û diranan amade kir, ket xizmeta xelkê û teslîmê nexweşxana Tenduristiya Dev û Diranan kirin.
Erebe û bi tîma tenduristiya dev û diranan re, dê li gundan û ciyên ku xelk nikare xwe bigihîna heman xizmeta diranan bigere û tedawiya dev û diranan bike.
Di merasima teslîmata erebeya navborî de rêvebirê tenduristiya bajarê Xarpêtê Dr. Emrah Gecekuşu û rayedarên nexweşxanê amade bûn.