Rûsyayê êrîşî depoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê kir

Rûsyayê êrîşî depoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê kir

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Reutersê, artêşa Rûsyayê bi dronan êrîşî navenda paytexta Ukraynayê Kîevê kir û di encamê de yek ji depoyên sereke yên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku pêdiviyên bijîşkî yên mirovî tê de dihatin hilanîn, hate lêdan.

WHOyê ragihand ku di êrîşê de ti karmendên wan birîndar nebûne, lê lêkolînên li ser tespîtkirina zirar û windahiyan berdewam dikin.

Ev êrîş piştî bûyera meha Tebaxê ya li Dnipro tê ku tê de nîvê alavên ji bo 225 hezar kesî hatibûn amadekirin, hatibû tunekirin.

Di heman demê de Kremlinê hişyarî da ku her tesîseke çekan a rojavayî li Ukraynayê dê bibe armanceke rewa û ajansa TASS ragihand ku nûnerên taybet ên Donald Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner dê di destpêka hefteya bê de ji bo pêşvebirina danûstandinên aştiyê serdana Rûsya û Ukraynayê bikin.

Lê belê Moskovê da zanîn ku ji ber cudahiyên mezin ên li ser mijarên ax û endametiya NATOyê, hîn şert û mercên pêwîst ji bo çareseriyeke aştiyane bi temamî nehatine danîn.