Bi dronên Îranê êrîşî depoya genim a Hewlêrê kirin

Bi dronên Îranê êrîşî depoya genim a Hewlêrê kirin

PeyamaKurd - Dijîterora Kurdistanê ragihand ku bi du dronên bombekirî êrîş li ser depoyeke dexlûdan ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de ziyaneke mezin a madî çêbûye.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro 11ê Hezîranê bi rêya du dronên bombekirî yên ji cureyê "Hadid 110", êrîş li ser depoyeke dexlûdan ya li sînorê qezaya Quştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di encama vê êrîşê de ziyaneke zêde ya madî gihîştiye depoyê, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Dijîterora Kurdistanê bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî vê êrîşê nîşan da û ragihand: "Em bi tundî wan êrîşên terorîstî şermezar dikin ku armanca wan cihên sivîl in."