PeyamaKurd – Li payîtexta Tirkiyê li Ankara bayê xwurt hat, zerarê da daran, dîrekên elektrîkê û erebeyan.
Ba, piştî nîvro bi baranê re destpêkir û zerarê da jiyana xelkê. Ba, di seetê de 45 km hat û ji ber wê jî gelek daran qeliband û serê banê xaniyan avêt.
Banê xaniyan û ketina daran ya ser erebeyan kir ku zerara mezin bide xelkê. Li ser agahdarkirina polîs, tîmên polîsan çûn ciyê bûyerê û tedbîran sitend.
Li ser xesara baran û bayê, meydana 15ê Temmûzê ya navça Kızılayê ji bo çûn û hatê girtin. Zerara zêde jî gihaye ajotvanan û bûye ku nikaribin çûnûhatê bikin.