Reutersê rewşa tenduristiya Mucteba Xaminey eşkere kir

Reutersê rewşa tenduristiya Mucteba Xaminey eşkere kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xaminey, hê jî negihîştiye asta ku bikare derkeve pêşberî xelkê.

Ajansa Reutersê ya nûçeyan ji zarê çend berpirsên bilind ên Îranê ragihand ku her çiqas rewşa tenduristiya Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ber bi başbûnê ve diçe jî heta niha wekî pêdivî baş nebûye ku li cihên giştî xuya bibe û ji bo xelkê biaxive.

Mijara tenduristiya Mucteba Xamineyî û man û nemana wî di jiyanê de li navxwe û derveyî Îranê bûye cihê nîqaşeke mezin. Ji meha Adara borî ve, ku wekî cîgirê bavê xwe Elî Xamineyî hatibû destnîşankirin, heta niha ew di medyayê de xuya nebûye, heta ti wêne an peyameke wî ya dengî jî nehatiye belavkirin.

Heta niha tenê daxuyaniyên nivîskî hatine belavkirin ku li ser rewşa şer û peyamên siyasî tên weşandin. Mucteba heta di dema nimêja mirî û merasîma oxirkirina termê bavê xwe de jî bi ti awayî xuya nebû.

Ligel kuştina bavê wî di êrîşên roja yekê ya şer de ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû. Ji bo demekê, Îsraîl û Amerîka di wê baweriyê de bûn ku Mucteba jî mîna bavê xwe hatiye kuştin. Berevajî gumanên rojava, Îranê ew nûçe red kirin û tekez kir ku rêberê wan ê nû ji êrîşan rizgar bûye û hîn jî sax e.