PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Projeya Neteweyî ya Iraqê Şêx Cemal el-Zarî civiya û rewşa siyasî û geşedanên herî dawî yên navxweyî yên Iraqê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya xurtkirina hevkariyê û kordînasyona di navbera hemû alî û hêzên siyasî yên Iraqê de hat kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û pêkanîna karên hevbeş.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev gav divê bi awayekî ku xizmeta ewlehî, aramî û berjewendiyên bilind ên Iraqê bike bên avêtin.
Her wiha aliyan behsa aloziyên herêmî jî kirin û tekez kirin ku divê Iraq ji şer û alozîyên herêmî dûr bê girtin û aramiya welat bê parastin.