PeyamaKurd - Serokê Fraksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand, ew amade ye wan belgeyên ku behsa derbasbûna kesên qaçax dike da ku rêjeya pêketiyên koronayê li Kurdistanê zêde bibe, bide dadgehê.
Parlementerê Kurdistanê û serokê fraksyona PDKê Umêd Xoşnav, doh dabû xuyakirin ku belge di destê wî de hene û ew belge nîşan didin hinek kes bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê hatine kirin da ku rêjeya pêketiyên koronayê zêde bibin ku bi wê yekê dixwazin hikûmetê tengav bikin.
Piştî vê daxuyaniya Umêd Xoşnav, parlementerekî Gorran jî daxwaz kiribû Xoşnav wan belgeyan bide dadgehê.
Umêd Xoşnav got, “Ez amade me belgeyan bidim dadgehê û gelekî jî kêfxweş im ku dadgeh û dozgeriya giştî vê mijarê bişopînin.”
Serokê firaksyona PDKê da zanîn, ne tenê ew divê tevahiya komîsyonên pêwendîdar yên parlementoyê jî li dû vê mijarê bin, çimkî hinek kesan mijara koronayê kirin siyasî û li dijî welatî û hikûmetê bikar anîn. Loma divê ew bên dadgehkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin