Li Herêma Kurdistanê rêjeya hejariyê kêm bûye û daketiye bin asta navdewletî

Li Herêma Kurdistanê rêjeya hejariyê kêm bûye û daketiye bin asta navdewletî

PeyamaKurd - Desteya Amaran ya Kurdistanê ragihand ku rêjeya hejarî û belengaziyê li Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûye û roj bi roj jî kêm dibe.

Di çarçoveya xebatên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê de, gelek derfetên şolî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin ev jî bûye sebeba kêmbûna hejarî û belengaziyê.

Desteya Amarên Kurdistanê, ku girêdayî wezareta plandanînê ye eşkere kir; rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê kêm bûye û daketiye bin %10an, lê rêjeya hejariyê li hinek parêzgehên Iraqê nêzîkî %50 ye.

Serokê Desteya Amaran Sîrwan Mihemed daye xuyakirin, her çend hikûmeta Iraqê car car rêjeya hejariyê li Iraq û Kurdistanê belav dike, lê hikûmeta Kurdistanê dixwaze bi xwe bi rengekî zanistî û zelal amar û rêjeya hejariyê destnîşan bike û bihesibîne, ji ber wê jî dest bi amadekariyan kiriye.

Mihemed gotiye, rêjeya hejariyê li Kurdistanê bi taybet li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê gelekî kêm bûye û daketiye bin pîvanên navdewletî. Ev jî nîşan dide ku Kurdistan di geşbûneke berdewam de ye.

Hat diyarkirin, rêjeya hejariyê li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê di navbera %5-%8 de ye û roj bi roj jî kêmtir dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin