Li Kurdistanê wê mercên hilgirtina çekan bi nûjenkirina yasayê bên tund kirin

Li Kurdistanê wê mercên hilgirtina çekan bi nûjenkirina yasayê bên tund kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fraksiyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê, li ser zêdebûna bûyerên kuştinên bi çekan, projeyasaya nûjenkirina yasaya hilgirtina çekan bo hemwelatiyan amade dike.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê fraksiyona PDKê Hîkmet Mihemed ji BasNewsê re li ser mijarê daye xuyakirin, “Ev demeke diyardeya kuştin, şerkirin û gule berdanê pir zêde bûye. Ev yek jî gelek sedemên wê hene, yek ji wan sedemên serekî jî bi asanî hilgirtina çek e li herêma Kurdistanê.”

Mihemed got: “Fraksiyona me mijûlê amadekirina projeyasayekî ye ji bo nûjenkirina yasaya moletdayîna hilgirtina çekan, ew yasa wê bê tundkirin ku hilgirtina çekan mercên wê giran be.”

Parlamenterê PDKê da zanîn: “Yek ji sedemên kuştinê jî cureyekî demançeyê heye ku erzan û bi asanî bidest dikeve û ji bo çend caran tê bikaranîn û emê wisa bikin ku bikaranîna wê qedexe be.”

Hikmet Mihemed bibîr xist: “Niha li malan çekên cureya keleşînkof û BKC û çend çekên din jî hene, em ê hewl bidin li gor yasaya nûjen ew çek ji malan bê standin û li hember wê hikûmet wan qerebû bike, ku rêyeke asan be ji bo komkirina çekan ji dest hemwelatiyan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin