PeyamaKurd – Ramanwer û fîlozofê Fransî Bernard-Henri Lévy diyar kir ku tekane rêya bidestxistina aramiyê li Rojhilata Navîn avakirina dewleteke Kurdî ye.
Bernard-Henri Lévy mêvanê bernameya Basi Roj a li ser K24 bû. Fîlozofê Fransî diyar kir ku ew bawer dike ku gefên li Rojhilata Navîn neguherîne û got ku rêxistina terorîst DAIŞ hîn jî li herêmê gefê çêdike û şaneyên wê yên razayî berdewam dikin.
Bernard-Henri Lévy pesnê wêrekiya Pêşmerge da û got, "Ez li qadên şer bûm û şahidê qehremaniya Pêşmerge bûm. Ez bawer nakim ku di 10 salên dawî de hêzek bi qasî Pêşmerge di şerê li dijî terorê de bi bandor be."
"Ez bawer dikim ku bêyî dewleteke Kurdî li Rojhilata Navîn aramî û aştî tune ye."
Fîlozofê Fransî yê alîgirê Kurd tekez kir ku helwesta wî ya li ser Kurdan neguheriye û got:
"Zêdetirî 30 salan e ku min fikra xwe neguhertiye; ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn bê dewleteke Kurdî aramî û aştî tune ye. Gelê Kurd neteweyek rastîn e ku xwedî ax û dîroka xwe ye û ew heq dikin ku dewleteke wan hebe. Li cîhanê tu neteweyek din tune ku bi qasî Kurdan heq dike ku dewletek wan hebe. Gelek sûc û wehşet li dijî wan hatine kirin."
Fîlozofê Fransî behsa rewşa Rojava û Sûriyeyê kir û got ku rejîma Esed neguheriye û rêveberiya heyî jî heman zîhniyet heye. Wî herwiha hişyarî da Kurdên Rojava ku li ser daxwazên xwe yên ji bo nenavendî û xweseriyê tawîzê nedin.
Lévy hêvî kir ku welatên Rojavayî ji xeletiyên berê dersan derxin, piştgiriyê bidin hevalbendên xwe yên rastîn Kurdan û pêşî li vejîna terorîzmê li herêmê bigirin.