Îran ji ber Korona ji nû da biryara girtina mizgeft muze û dibistanan da

Îran ji ber Korona ji nû da biryara girtina mizgeft muze û dibistanan da

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Korona, rêvebiriya Îranê bo bergiya pêketiyan bigre, biryarên nû ragihandin.

Li gor zanyariyên ji medya Îranê, li paytextê Îranê Tehranê, wê dibistan, pirtûkxane, sînema, salonên dawetê, mizgeft û muze bo hefteyekê girtî bimînin.

Rêjeya mirinên ji vîrusa korona, li Îranê di meha nîsanê de gihiştibû asta herî bilind. Di meha gulanê da kêm bûbû û di hezîran û tîrmehê da bi awayekî rekorî zêde bûbû.

Agahîyên dawî yên ji Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin, ku li Îranê ji 260,000 kesan zêdetir bi vîrusa Korona ketine û 13,211 kesan jî bi wê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin