PeyamaKurd - Mehek di ser hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê derbas bû lê nîqaşên li ser pêdeçûna wê hêj didomin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku eger Lijneya Bilind a Tirkiyê (YSK) biryar bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin dê AKPê bi ser bikeve.
Erdogan di civînên xwe yên hefteya dawiyê de dibêje ez bi hêvî me ku hilbijartin bên betalkirin lê çi biryar dekeve ew dê rêzê lê bigire. Erdogan derbarê pêdeçûna hilbijartinê de wiha axivî:
“Hinek heval dibêjin eger hilbijartin bên dûbarekirin dê AKPê kêmtir dengan wergire lê ez beşdarî vê fikrê nabim. Hilbijartinên 7ê Hezîranê bîni bîra xwe. Di pêvajoyê de jî gelek kesên di nava partiyê de nexwestin hilbijartin bêne dûbarekirin û diyar dikirin ku em wekî koalîsyon dewam bikin baştir dibe. Lê wê demê min berteka welatiyan dîtibû. Li gorî wê yekê eger hilbijartin bihatan dûbarekirin em dê bibûna desthilat. Ez îro jî heman tişrî ji bo stenbolê dibînim. Eger hilbijartin bên dûbarekirin em dê sedîsed bi ser bikevin.”
Ji hêla din ve Partîya Komariya Gel (CHP) bi tundî li dijî vê biryarê derdikeve û dibêje, dixwazin ‘bi endezyariyeka sîyasî’ encaman biguherînin. Berdevikê CHPê Faik Oztrak da zanîn ku ‘hinek kes’ dixwazin ku encamên hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ‘bi endezyariyeka sîyasî’ biguherînin. Oztrak diyar kir ku daxuyaniyên AKPê û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) tahdeyê li civatê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin