PeyamaKurd- Li gor 3 berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê û berpirsekî artêşa wî welatî, ji medya Amerîkayê re ragihandine, Artêşa Amerîkayê piştî kuştina Qasim Suleymanî, nêzikî 3 hezar û 500 leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn.
Li gor zanyariyan, ew leşker dê li Iraq, Kuwêt û çend navçeyên din bên bicihkirin û ferman bi wan hatiye dayîn ku li hember her êrişê di erk de bin.
Di heman demê de wan berpirsên Amerîkî behsa wê kirine, ji wê hejmarê 700 leşker ber bi Rojhilata Navîn ve birê ketine, lê ev bersivdayîneke rasterast nîne bo rewşa piştî kuştina Suleymanî.
Ev di demekê de ye ku Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.
Piştî kuştina Suleymanî Amerîkayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe yên li Iraqê kiribû ku wî wleatî bicî bihêlin û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê jî ragihandibû, “Sulêymanî bi şêweyekî çalak plan amade dikir bo êrişkirina ser dîplomatkarên Amerîkayê li Iraq û navçeyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin