Krîza Sûriyê | Proseya Cenevê tê zindîkirin, yekem civîn sibe ye

Krîza Sûriyê | Proseya Cenevê tê zindîkirin, yekem civîn sibe ye

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir O. Pedersen sibe înê dest bi danûstandinên zindîkirina proseya Cenevê dike.

Pedersen  serê meha Çileya îsal hatibû ser kar û civîna xwe ya yekem a girîng li ser krîza Sûriyê sibe ligel aliyên têkildar li dar dixe.

Hat ragihandin ku Geir Pedersen sibe bi dîplomatkarên Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Erebistana Siûdî, Brîtanya û Amerîkayê re li ofîsa NY ya Cenevê li ser mijara Sûriyê dicive.

Hat zanîn ku armanca Pedersen a sereke ji nû ve zindîkirina proseya Cenevê ye ku mijarên herî girîng jî damezrandina Komîteya Destûrê û nexşerêya siyasî ya Sûriyê ye.

Dê Pedersen piştî vê civînê jî meha Gulanê bi garantorên pêvajoya Astanayê re dîsa li Cenevê bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin