Lîverpoolê di yarîgeha xwe de li hember yaneya Roma ya îtalî serkeftineke mezin tomar kir

Lîverpoolê di yarîgeha xwe de li hember yaneya Roma ya îtalî serkeftineke mezin tomar kir

PryamaKurd - Di çarçoveya yariyên qonaxa pêşfînalê ya Lîga Şampiyonên Ewropayê de yaneya Lîverpoolê di yarîgeha xwe de li hember yaneya Roma ya îtalî serkeftineke mezin tomar kir.

Di beşa yekemîn a yariyê de stêrkê Misirî yê Lîverpoolê Mihemed Salah di xulekên 36 û 45ê de 2 gol tomar kirin û beşa yeke bi 2-0 bidawî bû.

Di beşa duyemîn a yariyê de, di xuleka 56ê de Mane, di xulekên 61 û 68ê jî de Roberto Firmino du golên din tomar kirin û Lîverpoolê encam gihande 5-0ê.

Lê piştî van Golan Roma bi ser xwe ve hat û di xuleka 81ê de Dzeko û di xuleka 86ê de Perotti bi penaltiyê 2 gol tomar kirin.

Bi vî awayî yarî bi 5-2 bi serkeftina Lîverpool bidawî bû û yaneya îngîlîzî beriya yariya rovanşê bû xwedî avantajeke mezin.

Di yariyeke din ê pêşfînalê de îro herdu yaneyên Real Madrîd û Bayern Munchen de îşev werin pêşberî hev.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin