Firset Sofî: Biryarên nû wê bên eskere kirin, lê divê keda du mehan pûç nebe

Firset Sofî: Biryarên nû wê bên eskere kirin, lê divê keda du mehan pûç nebe

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dê sibê biryarên nû li ser qedexeya derketina derve û tedbîrên li hember belavbûna vîrusa Koronayê ji raya giştî re eşkere bike.

Firset Sofî ji Kurdistan TVyê re ragihand, odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê doh civiyaye û di civînê de raport û pêşniyarên rêveberiya tenduristiya Hewlêrê hatine xwendin û gotûbêjkirin.

Firset Sofî got, piştî civînê wan jî mina parêzgehên din yên Herêma Kurdistanê pêşniyarên xwe dane wezareta navxwe û Wezareta Navxwe jî sibê 16 Nîsanê biryarên nû û tedbîrên nû li hember belavbûna vîrusa koronayê ji raya giştî re eşkere bike.

Sofî got, “Lê bila welatî wisa hizir nekin ku dê rewş normal bibe. Eger wisa bibe keda du mehan dê pûç bibe, lê hêsankar dê bên kirin”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku hîn jî metirsiya Koronayê maye, ji ber wê jî divê welatî alîkar bin û xwe biparêzin.

Wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî li ser pêşhatên dawî û taybet li ser rêkarên bo pêşîgirtina vîrusa koronayê dicivin. Çav li rê ye li ser biryara Qedexeya Derketina Derve ku sibe 16ê Nîsanê bidawî dibe jî biryarên nû eşkere bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin