DAISê li Diyalayê sêxek û 4 endamên malbata wî kustin

DAISê li Diyalayê sêxek û 4 endamên malbata wî kustin

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li parêzgeha Diyala şêxekî eşîretên Diyale û 4 endamên malbata wî kuştin.

Hat ragihandin ku bûyer doh 27ê Cotmehê li gundê Xeylaniye ya ser bi bajarokê Mîqdadiye yê parêzgeha Diyale pêk hatiye û şêxê eşîreta Benî Keibî û 4 endamên malbata wî hatine kuştin ku du kes jî birîndar bûne.

Nnûnerê Diyalali Parlamentoya Iraqê Humam Temîmî îro bi daxuyaniyekê ragihand, berpirsyartiya kuştina wî şêxê ereb bi destê çekdarên DAIŞê ye û fermandarê operasyonên Diyale Lîwa Reidî Cibûrî jî piştguhkirina erka xwe tawanbar kir.

Temîmî herwiha serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz kir ku lêpirsînê li gel berpirsê leşkerî û ewlehiyê yên li navçeyê bide destpêkirin û wan ceza bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin