FOTO GALERÎ | Bihara Geliyê Botanê mirovan hejmekar dihêle

FOTO GALERÎ | Bihara Geliyê Botanê mirovan hejmekar dihêle

PeyamaKurd - Geliyê Botanê ku îsal ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) bêdeng e, bi dîmena xwe û kulîkên xwe yên rengrengî mirovan heyr û hejmekar dihêle. 

Li gorî nûçeya MAyê, Gundê Bafê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, yek ji wan deveran e ku li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Piştî dinya germ bû xwezaya gund jî bere bere hêşîn dibe.

Bi beybûn, xecxecok û gelek kulîlkên xwe yên din mirovan heyr û hejmekar dihêle. Her wiha bi dengê ava çem ku hêdî hêdî diherike û ligel vê dîmena navçeya Basanê û Çiyayê Gabarê reng û dengekî cuda li dîmena heyî bar dike. 

Ji xeynî vê heywanên diçêrin, jinên pincarê berhev dikin û mêşvanên li gelî rengekî hîn cudatir li bergehê bar dikin. 

Her sal gelek welatî ji bo bêhnvedanê û geştê dihatin vî geliyî, lê belê niha bêdengiyek e xwe lê daniye. Sedema vê bêdengiyê jî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku seranserê cîhanê daye ber xwe. Ji ber vê niha gelî tenê malovaniya çûkên cur bi cur, mar, marmarok û heywanên kûvî dike. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin