Fraksiyonên Kurdistanî: Em deng nadin yasaya budçeya 2027an

Fraksiyonên Kurdistanî: Em deng nadin yasaya budçeya 2027an

PeyamaKurd - Li gorî reşnivîsa projeyasaya budceya giştî ya Îraqê ya sala 2027an ku ji aliyê medyayê ve hat belavkirin, pişka Herêma Kurdistanê ji bo asta herî nizm a pênc salên dawî hate daxistin.

Li hember vê biryarê, fraksiyonên kurdistanî yên li Parlamentoya Îraqê eniyeke hevbeş ava kirin û bi yekdengî ragihandin ku ew ê bi vî şêweyî deng nedin projeyasayê.

Di projeyasaya sala 2027an de xercên giştî yên hikûmeta Îraqê 217 trîlyon dînar û dahat jî 174 trîlyon dînar hatine texmînkirin. Lê belê xala herî nakok kêmkirina berbiçav a pişka Herêmê ye.

Nûnerên PDK û YNKê yên li Bexdayê helwesta xwe ya hevbeş diyar kirin. Serokê Fraksiyona YNKê Herêm Kemal Axa û Berdevkê Fraksiyona PDKê destnîşan kirin ku bêyî garantîkirina heqdestên darayî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, ew rê nadin ku ev yasa derbas bibe.

Aliyên kurdî daxwaz dikin ku li gorî encamên serjimêriya giştî, pişka Herêmê bibe %14.