Fransa ji bo êrîsên Rojava û DAISê dikeve tevgerê: Serdana Kurdistanê dikin

Fransa ji bo êrîsên Rojava û DAISê dikeve tevgerê: Serdana Kurdistanê dikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe, li parlamentoya welatê xwe bersiv da pirsên derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de.

Serokwezîrê Fransayê ji ber êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya Washingtonê ya ku biryara vekişandina 1000 leşkerên xwe daye tawanbar kir û got, “Wê teqez DAIŞ li bakurê Sûriyê û bakurê rojavayê Iraqê ji nû ve zindî bibe û ev dê ji bo ewlekariya me ruxîner be.”

Wezîr Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian jî ragihand ku ew dê ji bo kêşeya girtiyên DAIŞê bi serokên Kurd ên Iraqê re biaxivin.

Le Drian got, “Heger kamp baş neyên parastin, dê DAIŞî bilez bikevin tevgerê…Ji bo vê pirsgirêka jiyanî serokên Kurdan jî tê de emê bilez bi serokên Iraqê re jî hevdîtinan bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin