Fransa û Almanya di derbarê tevgerên Tirkiyê de dicivin

Fransa û Almanya di derbarê tevgerên Tirkiyê de dicivin

PeyamaKurd – Di derbarê tevgerên Tirkiyê yê li Lîbya û li Rojhilata Deryaya Navîn dê Fransa û Almanya bicivin.

Li gor Koşka Serokatiya Fransa ragihand, 20ê Tebaxê Serokomarê Fransa Emanuel Macron û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, wê di derbarê binpêkirin û zêdegaviyên Tirkiye yê li Lîbya û Rojhilata Deryaya Navîn de kom bibin û wê biryarên girîng di derbarê Tirkiyê de bidin.

Hejayî gotinê ye, berî niha jî çend caran Serokomarê Fransayê daxwaza sizadana Tirkiyê kiribû.

Herwiha niha pêwendiyên Fransa û Tirkiyê, gelekî aloz in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin