PeyamaKurd – Fransayê 55 welatiyên xwe yên li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandin.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir, wan 15 jin û 40 zarokên Fransî yên endamên malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê wergirtine û vegerandine welat.
Herwiha Wezareta Karên Derve ya Fransayê eşkere kiriye, rewşa zarokan wê were şopandin heta rewşa wan asayî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin