Koma Krîzan a Navdewletî ji Amerîkayê xwest HSDê biparêze

Koma Krîzan a Navdewletî ji Amerîkayê xwest HSDê biparêze

PeyamaKurd - Koma Kirîzan a Navdewletî daxwaz ji Amerîkayê kir ku hevpeymanên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) biparêze.

Koma Kirîzan a Navdewletî raporek li ser rewşa Bakurê Rojhilatê Sûriyê û çawanîya peydakirina aramiyê li wê herêmê belav kir.

Koma Krîzan di rapora xwe de dibêje; ji bo ku rewşa wê herêmê (Rojava) aram bibe; pêwîste Amerîka HSDê biparêze û di gotûbêjên xwe de ligel Rûsya û Tirkiyeyê ewilîn hewil bide peydakirina aramîya li Bakur û Rojihlatê Suriyê.

Koma Krîzan ji HSDê jî daxwaz kir, bi navbeyinkarîya Rûsya ligel hikumeta Sûriyê herêmên xwe yekalî bike û tevlî dewleta Sûriyayê bike, lê di heman dem de jî hewil bide dezgehên xwe biparêze.

Koma Kirîzan a Navdewletî ku sala 1995an hatiye damezirandin, ofîsa wê Brukselê ye û ne rêkxistineke hikumî ye, lê belê kar li ser rêgirtina li ber çêbûna kirîzan li seranserî cîhanê dike.

Koma Krîzan şêwirmendiyê ji bo hikumetên dewletan, rêxistinên navdewletî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê û Banka Navdewletî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin