Hewramî: Amerîkayê ti carî nexwestiye Pêşmerge bi Bexdayê ve bê girêdan

Hewramî: Amerîkayê ti carî nexwestiye Pêşmerge bi Bexdayê ve bê girêdan

PeyamaKurd - Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî, li ser pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê ragihand ku Amerîka rêz û giraniyeke mezin dide pêgeha Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Hewramî di hevpeyvîna ligel Rûdawê de, propagandayên di torên civakî de ku digotin nûnerê nû yê Amerîkayê Tom Barrack baweriya wî bi federalîzmê nîne red kir û got, Washington bi tevahî pêbendî pergala federal a Îraqê ye û piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya bi hêz di nav Îraqeke bi hêz de dike daku berjewendiyên hevbeş di rûbirûbûna terorê de bên parastin.

Li ser mijara Hêzên Pêşmergeyan jî eşkere kir ku Amerîkayê ti carî nexwestiye Pêşmerge rasterast bi Bexdayê ve bê girêdan, lê belê daxwaza wan ew e ku asta hevkariyên di navbera Pêşmerge û artêşa Amerîkayê de hîn zêdetir were pêşxistin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê û danûstandinên bi YNKê re

Hewramî piştgiriya PDKê ya ji bo pêngavên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî nîşan da û destnîşan kir ku ev yek ji bo kontrolkirina wan komên çekdar e ku bûne gef li ser aramî û ewlehiya Îraq û Herêmê ye.

Herwiha li ser asta herêmî bixêrhatina peymana nû ya Amerîka û Îranê kir û xwest, li ber her cûre alozîyan bê girtin û pêwendiyên bi Tehranê re asayî bibin.

Li ser mijara Rojavayê Kurdistanê û amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di civîna Serokatiya Herêmê de diyar kir ku gotûbêj li ser bicihanîna peymana siyasî ya di navbera Ebdî û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bûye.