PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku rast nîne çawa di medyayê de an bi devkî dibêjin ku Amerîka desteka xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge biriye.
Wezaretê, bi nivîskî daxwuyaniyekî da û got di rojên dawiyê de DYA desteka xwe ji bo Pêşmerge biriye, rast nîne û weha got:
“Ev gotinên han ne rastin û eslê wan nîne. Desteka Amerîkayê, di çarçova yekkirina hêzên Pêşmerge, pêşdebirina reforma di wezaretê de, di çarçova li hev kirina di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriya Amerîkayê de, dewam dike.
Tenê di çarçova têkoşîna bi IŞİDê re hinek alîkariyên dihatin kirin, bi sedema kiryarên IŞİDê kêm bûne, wan destekan birîne.
Desteka malî û lojîstîk di çarçova nexşerêyekî de dewam dike, peyman wê di Êlûla 2026an de biqede û ji bo peymanekî nû bendene ku di navbera terefan de hevdîtinên nûh destpêbikin.”
Di budça wezareta bergiriya DYA de ya sala 2027an de ji bo Pêşmerge, perê xala desteka ji bo li dijî terorê gelek kêm e.
Di reşbelekê de, di çarçova budça sala 2026an de, 61 milyon dolarê ku hebû, daxistine sifrê. Di çarçova budçê de Pentagonê ji bo wezareta bergiriya Iraqê 38,6 milyon dolar, ji bo yekîneyên li dijî terorê 57,4 milyon dolar daxwaz kiriye.