PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê nûçeyên ku di hin torên medyaya fermî û nefermî de hatibûn belavkirin red kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew nûçeyên derbarê gihîştina sîstema bergiriya asmanî bo Wezareta Pêşmerge de hatine belavkirin, bi tu awayî ne rast in û ti çavkaniyeke fermî ya wezaretê daxuyaniyeke wiha ne daye.
Wezaretê tekez kir ku heta niha ti cur sîstemeke bergiriya asmanî negihîştiye destê wan û ev cure nûçe ji rastiyê dûr in.