Fuad Husên bi Bafil Talebanî re civiya

Fuad Husên bi Bafil Talebanî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Lijneya Danûstandinên PDKê Fuad Husên, li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, ligel Serokê YNKê Bafil Talebanî civiya û berpirsekî pilebilind ê PDKê diyar kir ku civîna her du aliyan erênî derbas bûye.

Li gor  berpirsekî pilebilind ê PDKê roja Pêncşemê 28ê Tîrmeha 2022an di derbarê civîna di navbera Serokê YNKê Bafil Talebanî û Serokê Lijneya Danûstandinên PDKê Fuad Husên de daye zanîn: “Civîn erênî bûye. Roja Şemiyê Fuad Husên wê vegere Herêma Kurdistanê û civîn wê berdewam bin.”

Nivîsîngeha Serokê YNKê Bafil Talebanî eşkere kir, di civînê de mijarên wek rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, temamkirina rêkarên destûrî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û pirsa hilbijartina serokkomar hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di daxuyaniya nivîsîngehê de hat destnîşankirin: “Di civînê de teqezî li ser pêwîstiya yekkirina hewldanan, têgihîştin û lihevkirin li ser bingeha hevbeşiyeke rasteqîne ji bo avakirina hikûmeteke nîştimanî ya xizmetguzarî ya ku wê aramî û bextewariyê ji gel re bîne.”

Nivîsîngeha Bafil Talebanî di berdewamiyê de diyar kir, mijareke din a vê civînê, parastina mafên neteweyî û destûrî yên gelê Kurd li Iraqê bû û her du alî li ser yekgotarî û yekhelwestiya Kurdan li hev kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin