PeyamaKurd - Li gor agahiyan, futbolîstê navdar ê kurd û kaptanê Tîma Îstiqlal ya Îranê, Wirya Xefûrî bi vîrusa Koronayê ketiye.
Li gorî medyaya Îranê, testa Koronayê ya futbolîstê kurd Wirya Xefûrî, ku kaptanê tîma Îstiqlal ya Îranê ye, pozîtîf derketiye. Ji bilî wî, çend lîstikvanên din yên tîma wî de bi Koronayê ketine.
Li gorî agahiyan, rewşa Wirya Xefûrî baş e û niha di bin çavdêriyê de ye.
Wirya Xefûrî sala 1987 li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di temenekî biçûk de dest bi spor û futbolê kiriye. Heta niha di gelek tîmên Îranê de lîstiye. Niha jî kaptanê tîma Îstiqlal ya Tehranê ye ku yek ji navdartirîn tîmên Îranê û Asyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin